the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Grup Awesta

Qêrîna Şengal

Ev bapîrên mey Êzîdî Zilma wan dî, kesî nedî Gaziya min ji we Kurdan Hûn li hev derkevin xwedî Gaziya min ji we serokan Hûn li hev derkevin xwedî Ey serokê kekê Barzan Ma tu bi dîroka xwe nizan Ê ji qewmê te re nebe Zaten ji te'r nabe heyran Vê peyva min ji bîra neke Kesî te tune ji pêv Kurdan Bavê te Mele Mustefa Wî ji bo Kurdan xwe kir feda Heta Kurdistan azad be Gerek qet tu neke sefa Heta çar parçe azad bin Gerek qet tu neke sefa Kurdê tirkî hûn zane bin Li şehîdên xwe şa bin Kurdê tirkî hûn zane bin Hûn li ketiyên xwe şa bibin De'bdin rayên xwe bidin xwe Ne xulamên dijminan bin De'bdin oyên xwe bidin xwe Ne xulamên dijminan bin Ey serokê me Ocalan Xwediyê daw û doza giran Wext ji Kurda'r gelkî teng e Dekê Tirko dernex' ji kuman Wext ji me re gelkî teng e Dekê Tirko dernex' ji kuman Gotin û Muzîk: Koma Avesta

Bêjebêje © 2015-2024