the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Grup Awesta

Tahîr Elçî

W'ez ê îro bi bajarê Amedê ketim nav şer giran e Li qarşî 301 Kurdan hat yedîncî qolordîya van wahşan e Law dîsa şer e law, şer giran e Li wê navê xortek sekiniye li ber minareya çarnigan e Li xwe kiriye cuba parêzan e Min li esl û feslê vî xortî pirsiye Dibê navê wî Tahîr Elçî, ji bajarê Cizîrê, ji Cizîra Botan e Navê xwe girtiye ji Baba Tahirê Uryan e Lo lo Tahîro delalo, ma qey tu nizanî ku derba van wahşan e ji paşiyê ji pêşiyan e Lo dîsa li xwe kiriye cuba parêzan sekiniye li ber minara çarnigan e Dibê law eyb û mixabin e Xera nekin, wêya mala Xudan e Diparêze mala xwedê ji misilmanan re Lo lo Tahîro delalo, ma qey tu nizanî ku derba van wahşan e ji paşiyê ji pêşiyan e Derbeke lê dane, xwe kirine qurban e Lo lo delalo, ma tu yê herî dîwana, heq dîwana xudan e Li wê derê jî li xwe cuba parêzeran e Li wê dîwana, heq dîwana Xudan e

Bêjebêje © 2015-2024