the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Grup Awesta

Yarê Yarê

Wexta tu çû li min bû zivistan Ezman reşbû li min bû baran Ez tenê mame li van deran Ez tenê mame mame li van deran Yarê yarê Qurmê bedena min çend zivtan dî Bûme şalûlek bê hêlin û cî Ê av anî ez bûm lê ez mam tî Bûm parsekê evînê ez mam birçî Yarê yarê Ma qey heta sax bim wê tim wa be Ev dil ji derda tu car xelas nabe Felek min li erdê xe, ez ê tim rabim Ger ne wa be ev dil cebar nabe Yarê yarê Gotin û Muzîk: Koma Avesta

Bêjebêje © 2015-2024