the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Grup Seyran

Bese Bese Yara Min

Êdî ji bo te nagirîm Te nayînim ez bîra xwe Destê xwe ji min berde Herkes here rêya xwe Li ser rûkê dinyayê Min derd û kul pir kişan Yarê ma tu nizanî Gelek dilêm te êşand Bese bese yara min Tu xayîn î yara min Tu bêbext î yara min Tu nezanî yara min Bajarê Wanê xweşe Meskenê dost û yaran Li ser gul û nêrgîzan Xweş navên tê robaran Evînî ji bîra min nayê Li ber zilma neyaran Emê li çiyan bibin Hevalên xwuşk û biran Emê li mêvan bibin Hevalên xwuşk û biran (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2022