the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gulê

Dengê Zerdeşt

Tu bûyî dengê Zerdeşt Kawayê Medyayê Tu bûyî resmê Manî Baxçê ronahiyê Tu bûyî dengê Îsa Çermixa Romayê Dengê Hesen û Hisên Li nav Kerbelayê Tu bûyî deng û rengê Jiyan û azadiyê Gel orkestra te bû Serhildan awaz e Dîlan/Şoreş rengê te bû Bihar û Newroz e Mazlûm dengê te bû Egîd rext û saz e Zîlan çelengtir bû Li ser Monalîze Tu bûyî deng û rengê Jiyan û azadiyê Helbest û Muzîk: Ehmed Ekaş

Bêjebêje © 2015-2024