a photo of Gulîstan Perwer

Gulîstan Perwer

Can can

Ev çend salin Xeber nayê Ji aliyên çiya Her buhar tê Bêhna te tê Ji gul û giya Herdû çavê Min zûha bûn Li ser van riyan Beriya ez bimrim Te bibînim Hesreta dila Can, can, can, can, can Dayik bi qurban Emre min tev çû Bi ax û keseran Bişkivîn gul Tu nehatî Tu li ku mayî? Roja sibê Helatî nav Di paş çiyayî Mij û doman Çûn buhar hat Tu venegeriya yî Venegeriya lorîka min Tu li çi şaxa yî? Can, can, can, can, can Dayik bi qurban Emre min tev çû Bi ax û keseran Di xwen û xeyala mi da te Her dem dibînim Cih û warê, ti lê mezin bû Bi bîra xwe tînim Ger tu saxî An şehîdî Her di ramînim Lorî, lorî, kurêm lorî Te di lorînim Can, can, can, can, can Dayik bi qurban Emre min tev çû Bi ax û keseran

Bêjebêje © 2015-2024