a photo of Gulîstan Perwer

Gulîstan Perwer

Gelavêj

Yara min tu rewşen î Ax cana min tu rewşen î Li gel bayê sibe dikenî Li gel bayê sibe dikenî Çuqas ciwanî ezbenî Lawiko bo min bêje Ax lawiko bo min bêje Min te nedî ji mêje Min te nedî ji mêje Navê min Gelavêj e Min ji dilê xwe navêje Min ji dilê xwe navêje Hilat stêra sibêyo Ax hilat stêra sibêyo Tê qebqeba kewêyo Yara'm rabe ji xewêyo Cana'm rabe ji xewêyo Kuriko ez şiyarim Kuriko ez şiyarim Li dengê kewê guhdarim Li dengê kewê guhdarim Bende te me ez narim Bende te me ez narim Bende te me ez narim Hilat stêra şivana Ax hilat stêra şivana Gelavêj şewq da bana Ketin nava dîlana Ketin nava dîlana Lawo tu stêraka şivan Kuro tu stêraka şivan Ez Gelavêja dilan Ez Gelavêja dilan Kuro dîno de were Em bikin kêf û seyran Em bikin kêf û seyran Yara min tu rewşen î Ax yara min tu rewşen î Li gel bayê sibe dikenî Li gel bayê sibe dikenî Çuqas ciwan e ezbenî

Bêjebêje © 2015-2024