a photo of Gulîstan Perwer

Gulîstan Perwer

Kurdistanê Kurdistan

Kurdistanê Kurdistan Baxçê gulan, derdê dilan Îro maye bin destan Barê giran li ser milan Kurdistana bilind e Hemî bajar û gund e Heçî kesê te bixwaze Divê canê xwe bi te de (Dîsgotin) Kurdistana pirr xweş e Xweş Dîcle û Nerdoş e Namûs di serê wî nîne Ê te erzan bifroşe (Dîsgotin) Kurdistana hilmişt e Ji zêr û gewher mişt e Em li ber der dergevan Dijmin têda runişt e (Dîsgotin) Miştî jî petrol û zêr Dijmin dixwin xêr û bêr Runiştî textê Kohreş Li ser taca Erdê şêr (Dîsgotin) Kurdistana pirr zengîn Şax û baxên te rengîn Ne ez tenê, le tev kurd Ji derdê te Cigerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024