Gulîstan Perwer
Sînanê kirîv
De were lo Sînano lo
Lo, lo lo kirîvo lo
Lo, lo lo Kirîvo lo, lo
Sînan darê çipinya wêran bişewite lo
Lo, lo li ber avê ye lo
Lo, lo li ber avê ye lo, lo
De vê sibekê Sînanê kirîv lê kihêle siyar bûye
Kihêlê tîne lo
Lo, lo ser avê ye lo
Lo, lo ser avê ye lo, lo
Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim bidim destê Sînanê kirîv
Ezê bêjim kirîvo qurban, tu yê vexwe ji destê lo
Lo, lo Sakînêyi lo
Lo, lo Sakînêyi lo, lo
Sînan qurban ez dibêjim ez pîr dibim lo
Lo, lo dil pîr nabe lo
Lo, lo dil pîr nabe lo, lo
Wele mi go koka dara çipinya şewitî lo
Lo, lo kevnar nabe lo
Lo, lo kevnar nabe lo, lo
Heyran çi bikim Xwedê bişewitîne mala kirîvantîyê
Di dibêjin zewaca kirîva lo
Lo, lo li hev nabe lo
Lo, lo li hev nabe lo, lo
Sînan dorê li dora çemê çamê lo
Lo, lo pûng û şurt e lo
Lo, lo pûng û şurt e lo, lo
Wele min go qirş û qalind di ber hate lo
Lo, lo bûn lê mişt e lo
Lo, lo bûn lê mişt e lo, lo
Wele min go Sakînayê: bê mamo bûye, masîyekî sipî ji masîyên gola Hêmo
Wele bêbavên Hudêdiyan tor avêtin lo
Lo, lo ji xwe re girtin lo
Lo, lo ji xwe re girtin lo, lo
De were lo Sînano lo
Lo, lo kirîva te me lo
Lo, lo kirîva te me lo, lo
Sînan qurban şûrê Şamê lo
Lo, lo li pişta te me lo
Lo, lo li pişta te me lo, lo
Wele şurê Şamê lo lo lo
Li pişta te me lo, lo, lo
Li pişta te me lo, lo
De tu yê xema nekşîne Sakînayê: bê mamo soz û qirarê didê
Ger ez bimrim ji axa sar re me, ger ez bimînim lo
Lo, lo wez ya te me lo
Lo, lo wez ya te me lo, lo