the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gülistan Tokdemir

Herim Ku Da

Ber derê we darê merx e Lê diçêrin kar û berx e Sîng sepetê sor û gewro Lê gawirê min re derxe Min go kanî kêjan kar e Lê zalimê kêjan berx e Min go kanî kêjan kar e Lê gawirê kêjan berx e Ser min re kesî hez bikî Darê dergûşê nedî berxe Herim ku da herim ku da Li dest te da herim ku da Zaten ezê birîndar im Lê zalimê herim ku da Dilê min ê min da te ye Çavê min ê tim li te ye Were min girî veneke Lê zalimê min gune ye Herim ku da herim ku da Li dest te da herim ku da Zaten ezê birîndar im Lê zalimê herim ku da Ber derê we ekince ye Lê diçêrin asmeca ye Ê ku te canê min kirî Lê gawirê îşkence ye Herim ku da herim ku da Li dest te da herim ku da Zaten ezê birîndar im Lê zalimê herim ku da

Bêjebêje © 2015-2024