the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gulroj

Kew Bûne Cot

Kew bune cot , Kew bune cot Têşkên kewa kew bune cot Li der dola şînbûn e kevot Leylanê te dilê min sot Kew bune sê , Kew bune sê Têşkên kewa kew bune sê Li der dola şînbûn mendê Bûk leylanê gewrê rindê Kew bune çar , Kew bune çar Têşkên kewa kew bune çar Li der dola şînbûn çinar Bûk leylanê dilêmin xwar Kew bune pênc , Kew bune pênc Têşkên kewa kew bune pênc Li der dola şînbûn birinc Bûk leylanê dilêmin hinc Kew bune şeş , Kew bune şeş Têşkên kewa kew bune şeş Li der dola şînbûn zebeş Bûk leylanê kirim nexweş Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024