the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Haci Ertaş

Berîyê

Ne dengbêj û tembûrvan im Ez şivan im bilûrvan im Her pêxwas im bê li bas im Çiya zinaranda razêm Deşt û zozan lezbilez im Hêviya keçika bêrîvan im Bêriyê bêriyê zozana mam li hêviyê Bêriyê bêriyê zeriya şîr da ye siyê Bêrî hezkiriyê te ez im Kesêm nîne te bixwazim Ez pêxwas im bê li bas im Jiyana bajar naxwazim Berf û baran di rengê te da (Gul û rihan rengê te da) Destêm bigre em bibezin Bêriyê bêriyê derbas bû koçeriyê Bêriyê bêriyê kulav doşek ji hiriyê Ez bêkes û bêxwedî me Dê û bavê te min nahebîne Dilbirîne cegerxwîne Hêviyê min ji dinyayê nîne Wer halêm bimeyizîne Dilê min de xwe bibîne (Xweda rihê min bistîne) Bêriyê bêriyê zozanan mam li hêviyê Bêriyê bêriyê ez xulama keziyê

Bêjebêje © 2015-2024