the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hakob Kirakosyan

Evdalê Dînê

Evdalê dînê, hemû çiya digot em çiya ne Hemû çiya digot em çiya ne Çavê reş ê belek Xwedê, dinya li mi zane Tim û tim bela ne, dimrim Xereb mal im yeman, bendêwar im yeman, wel hêsîr im lo Her kesî nas û yarê xwe girtiye Li mi vî kafirbavê, yekî xwe dîtiye, wez û tu, te na na Xereb mal im yeman, bendewar im yeman, wez hêsîr im lo, hem aşiq im lê Diyarbekira şewitî lê yadê, mi go li serberjêr e Diyarbekira şewitî lê yadê, li serberjêr e Wez û yarê xwe di biniyê dimrin Xereb mal im yeman, wez tobedar im lo, him hêsîr im way

Bêjebêje © 2015-2024