the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hama Jaza

Jûrî Sêdare

Bira dûr û xizim dûr û kesim dûr Bena belled temen emba berew jûr Bellam rûne berew sêdare çûne Xeney xiwênim lepê egrê allay sûr Berew jûrî berew jûrî sêdare Mandûy kirdûm û şiwênekem şêdare Kenîşaney peşêwî pêwe şêwem Ewa bînî eşkenceye û cê dare Gerçî ta diwa mallî jîn berêwem Yekem mallî nemirdinim diyare lêwim Dillxoşim çunke mirdinî naw cê nîye Şadim ke ta diwahenaseş be pêwem Mergî awa nagorrmewe besed jîn Jînêk serim bo dujmin bê be perjîn Serberzîye ke pêllawm ebînin Beser serî dujimnewe leberzîn Nellên emrê û bo mirdin peşêwe Pêşmerge bim her ekewme pêş êwe Bemergî pêş mergî êwe asûdem Rûşim bizey pêkenînî herpêwe Eger lêre nemtiwanî bêt bicengim Lewê bedest hawrêyekeweye tifengim Eger lêre becê mabim le kariwan Lewê lepêş kariwanewe pêşengim

Bêjebêje © 2015-2024