the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hama Jaza

Le Destim Dê

Le destim dê Katjmêrî kameranît biwestênim Le destim dê Ellqey pencet pê firrê dem Namey bextit bisûtênim Le destim dê Hemû şitêk aşkira kem Kam şewit geş û rûnake Ew şewî pif le çira kem Le destim dê, be dû wişe Dillî zaway nûstût reş kem Le xoşawî şewî perdetan bêbeş kem Namekanit yek yek mawin Diyarîye sadekanit yek yek mawin Çawyan şorre Dest leser sing bom westawin Le tawî ew karesatem Areqey şerm detkênin Morî hezêkî agirîn Be naw çawtewe delkênin Tallêkî pirçit nemawe Têr têr bonim nekirdbê Cêyi derzîyek Le singî birsît nemawe Pencem pey pê nebirdbê Gewahî deden leserit Dartêlekanî ser şeqam Gewahî deden ewaney Namey toyan bo dehênam Bellê, giyan e Ger bimewê Katjimêrî kameranît biwestênim Ger bimewê Ellqey pencet pê firrê dem Namey bextit bisûtênim Bellgem pêye Hezar bellgey aşkira û rûn Bellgey çiwar sall pêkewebûn Bellam çi bikem Xoşewîstît nehengêke Xwênî hellçûm dexwatewe Xoşewîstît rûbarêke Qînî reşim deşwatewe Honrawe: ebdulla peşêw

Bêjebêje © 2015-2024