Hamid Osman
Paşimanî
Le dway çî be min ellêy
Peşîmanim lewey kirdim
Le dway çî be min ellêy
Şermezarim min rû zerdim
Ke serapay em jiyanet
Be wuşeyek pê sûtandim
Ke tewawî em temenet
Wek perrey gûll bo hellwerandim
Çon biburim lew helleye
Becêt hêştim le xorra
Aştbûnewet zor mehalle
Dabirrawim tahetay
Ne detwanim gwêt lê bigirim
Ne çawîşim to debînê
Kerr û kasim min be dro
Giryanîşit namgirênê