a photo of Hanî

Hanî

Dêmukrasî

Dêmukrasî to deng meke Dinyat be deng reng kirduwe Le jêr karxaney çeksazî Lewê mindall xewtûwe Serokekan hîçê mellên Êwe dunyatan xuarduwe Le bin girmey pûtînêwe Lewê mindall xetûwe Dîndarekan dengê meken Dînî baştan firoştuwe Le beyin şerî xudakanda Lewê mindallê xewtuwe Birya planî em dunya Mindallêk daybirriştaya Ne çek ne dîn ne halywûd Hîç nexşêkî tê nebuwaye Xecallet nakêşî dunya Ewey însaniyete mirduwe Siyasetwan îmza mede Lewê mindallêk xewtuwe Bê tamtrîn qisey dunya Basî dêmukrasî deka Cengî hez û dengî bombê

Bêjebêje © 2015-2024