a photo of Hanî

Hanî

Ji dûrya te

Hey wax li min, birîn kûrin Xem û kovan, pirrin, zorin Dihên, diçin. sal û dewran Mixabin em, ji hev dûrin. Li hizrêt min, her mêvanî Li jîna min, tu semyanî Li nav gemya hîvî û xewnan Rêberî tu, gemîvanî Hey wax li min, birîn kûrin Xem û kovan, pirrin, zorin Dihên, diçin. sal û dewran Mixabin em ji hev dûrin Ji dûrya te dilorînim Hêsiran hûr dibarînim Birîndarim bi derdê te Ji eşqa te har û dînim Hey wax li min, birîn kûrin Xem û kovan, pirrin, zorin Dihên, diçin. sal û dewran Mixabin em ji hev dûrin Gotin : Edîb Çelkî

Bêjebêje © 2015-2024