a photo of Hanî

Hanî

Jin im Jin im

Jin im jîn im ez jiyan im Firîşta mîhr û baran im Ez im kanya eşq û vînê Taca ciwanya cîhan im (Serbend) Ferhad nîne bêy Şîrînê Nîne Mem nîne bêy Zînê Teyr û tewal çend bi firrin Her dê hêne ser hêlînê (Benda yekê) Bihêlin ez bimînim ez Miroveka pirr hest û hez Xewn û hîvîş bi wekhevî Azad bijîm bêy tirs û lerz (Benda duyê) Meyan û Mîna û Leyla me Margirêt û Delîla me Li başorî pêşmerge me Li bakorî gerîlla me (Benda dawyê)

Bêjebêje © 2015-2024