a photo of Hanî

Hanî

Jinim jînim

Jinim jînim ez jiyan im Firîşte'me ez baranim Ezim kaniya eşq û vînê Taca ciwaniya cîhanê [x2] Ferhad nîne bê Şîrînê Nîne Mem, nîne bê Zînê [x2] Teyr û tewal çend bifirin Her dihêne serê hêlînê Her dihêne serê hêlînê Bihêlin ez bimînim ez Miroveke pir hest û hez Xewn û hêvî bibe dawî Azad bijîm bê tirs û lerz [x2] Miyan û Mîna û Leyla me Margirêt û Delîla me Li başûrî pêşmerge me Li bakûrî gerîlla me Jinim jînim ez jiyan im Firîşte'me ez baranim Ezim kaniya eşq û vînê Taca ciwaniya cîhanê [x2]

Bêjebêje © 2015-2024