a photo of Hanî

Hanî

Pelîstank

Hoy dayê dayê, hoy dayê Şev û rojan min xew nayê Hîvî û xema, sal û dema Kirim rêvî le dınyayê Rojgar û sal û dewûra Kerrov û befr û bihara Rêl û rewal, dol û nehal Dipîvim ez biyabana Bêkes û bêwar û yar bûm Hêşta zarok ez hişyarbûm Ji bona jîneka azad Li gemya xewna siyarbûm --Sal û dema kirim rêvî li dinyayê (Temen bûrî, roj be lez in Sal û dewran zû dibezin Nizanim ez çima dayê Negehiştim xewna mezin?) Vê perravî û vê benderî Geriyam cîhan seranserî Hîvî û daxwaz her mane xew Keftim jîna derbederî Negehiştim ez viyana xo Tenê ez mam semyana xo Qeder hat û ez dûrkirim Ji hîlana jiyana xo Bêkes û bêwar û yar bûm Hêşta zarok ez hişyarbûm Ji bona jîneka azad Li gemya xewna siyarbûm --Sal û dema kirim rêvî li dinyayê Helbest: Edîp Çelîk

Bêjebêje © 2015-2024