the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Harûn Ataman

Zeviyên Edabê

Xwe bidim nasîn koleye navê min Paşnava min nirxên rizî Xwe bidim nasin axesore dayika min Lê bavê min rejuya reş li bin erdê Goristane goristane Cihê ku ez ji dayik bûm Goristane goristane Cihê ku ez fêr bûm Ku fêr bûm di nava zeviyên edaba zer Zincîrên bi dest çêkirî rêxa dinêye barê min Ku fêr bûm di nava cenga min û dijî min Şer giran bû û girane, gerek bi teqe mejiyê min Cenga girane ne karê mêrane Ne barê ker û heştirane Evna lehiye birîna kevnar edap girtiye Min biborin ez verişiyam Ji bêhna we ji dil rijiyam Min biborin an jî neborin Hûn kevnar bûn xwe bikujin Xwe bikujin xwe bikujin

Bêjebêje © 2015-2024