the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Harûn

Xengilok

Çivîkên hêvîyan Di gustîlê porên te da Hêlînên bextewarîyê çêdikirin Çavşînko çi hişk e mirin Hestewar û şa dibûm Di morikên çavên te da Destên te yên goran Têhnîyê newayan dibûn Te gul ro dikirin li qeraxê behrê Bêhna avê bi te xweş dibû Xengilokê min biçûkê min Jîyan straneke hêvîyê ye Lê qul bûye tûrê te tev dirijin Ax bi hêviyên te şîn dibe Ka birakê te stranekê bistirê Bila tu behsa mirinê nebe Rabe em vegerin zaroktîya xwe Desmalkaxezan bifiroşin Gotin: Rojhilat Azad

Bêjebêje © 2015-2024