the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Haşîm Sîpan

Amed

Bêje Amed li ser wan xortên ciwan Dostê Goyê spî gortin a dildar" Şopa zinar li ser Gorsêya navdar Destana dilê Adar û Sînan(x2) Amed hey mizgîna roja bilind Amed hey wêneya nexşa şehîd Amed... Amed.. Binivîse Amed, li ber bapêlên Ava Mezin ve Derkeviya ava çemên xwe bide Bîhna rûpeleke kevin ji Amed Zindî bike carekê vî canî Biçe, çermekî pezkoviyan di nav daristanên Gorsê de Amed Û carekî wa mûjangên çavê xwe yê reş "li xwe bilind bike" keserekî ji dil de tijî bike Hêdî hêdî li ser vê Besta dildar Li vê pelê pênûsê bibe û bîne Ger nebê Amed biçe biçêviyan li ser dîwarên kela kevnar Wêneya serxwebûn neqiş neqiş bixemilîne Amed Amed hey mizgîna roja bilind Amed hey wêneya nexşa şehîd Amed... Amed.. Were Amed gotinên vî şervanî di nav hevokan de binivîse Mîna lîlava ku di nav elendên çavan de diherike li ser lamo û li ser pelên dibêxav Min li nav kefenên spî nealînin, min li nav keskesor de bicivînin di nav rengê welatê min de bixemilînin Mîna aşiqê tirîqa heyva kemanê Bila hevalên min, min li dardestekê bikin û ji kesera vî dilî re carekî tenê li derdorê sûrê amedê bigerînin Bi rûyekî biken li zarokên Amedê binêrin, hêviyên rojê de Bila bîranînên min li Hêdik û li Apê Mûsa û li Şehîd Remzî û li Şehîd Birûsk bînin bêxin baxên gulan Diyarî ji zarokên Amedê re bişînin, Amed Amed hey mizgîna roja bilind Amed hey wêneya nexşa şehîd Bila ji wan re bêjin êdî ez mêvanê axa xwe ya bedew im Mêvanê Ayhan im, dilperestê Gorsê Mêvanê Sînan im, lawikê zêr Mêvanê Harûn im, dilpakî wek perîrka li ser kulîlkan Êdî ez mêvanên zarokên Amedê me, ên mîna Zîlan, Şîlan û Dîlan û Mizgîn Tu her binivîse Amed Tu bêje Amed Mîna ew çakûçên li ser hesinê sincirî Amed Tu binivîse Amed Tu qîr bike Amed Tu bêje Amed Tu qîr bike Amed Tu bêje Ameeeed. Amed hey mizgîna roja bilind Amed hey wêneya nexşa şehîd Amed... Amed..

Bêjebêje © 2015-2024