Hêja Netirk
Belkî
By: Ciwan 146.4k BB · Top Contributor
Ku pêxemberekî me hebûya
Pêşî me yê doza pêvekirina seriyê me yê ji gewdeyê me veqetiyayî bikira
Ku pêk bianiya
Belkî me doza bigoştkirina
hestiyên di bîran de jî bikira
Ku bibûya
Ew roj ev roj e