Hêja Netirk
Ne Ne
Sibê rabe taştê
Nîvro navroj
(Yadê ka birincê bîne)
Dîsa bû êvar
Westiyame
Şîvê deyne
Çayê'b serde
Firaxa bişo
Şev
Sibê Dîsa taştê
Hê firaxê taştê li erdê
(Keçê ka sola min bîne)
Hundir bihevde
Cilan bişo
Hundir bimale
Tozê hilde
Ez diçim
Bila hundir Ji we re be
Ay ay ay
Merheba derve
Ne, ne keça we me
Ne, ne xwişka we me
Ne, ne jina we me
Ne, ne dayika we me
Ne, ne ne ne ne ne ne
Baybay, Baybay
Bixatirê we
Baybay