the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hekîm Sefqan,

Qedexe Me

wekî bavê xwe me wekî navê xwe me wekî gavên xwe me ez qedexe me min nexwînin, min nexwînin, min nebînin ez qedexe me ez ji welatê qedexe xwe me, heval li warê me, tu ne tu yî hinek nav li te dikin hinek kirasê te dibirin hinek gunehên te dibêjin û hinek nalê mirinê te dibêjin hertiştî nebîn ku te dît, nebêje ku te got, wê gotinên te li hustê te bigerînin û wê te bi dîtinên te ve bidardakin li welatê me her tişt qedexe ye wek birîna xwe me wek evîna xwe me wek nêrîna xwe me ez qedexe me min nexwînin, min nexwînin, min nebînin ez qedexe me ji derewan re li çepikan bide derewên doooooost û dijminan şerm neke tu rastiyan biçînî, wê derew şîn bên ezman derewan li erdê dike erd li me û em li hev hezar dost, hezar soz, hezar derew rastî qedexe ye ez qedexe me min nexwînin, min nebînin, min nenivîsînin min nas neke bi agirê min neyê şewitandin, heval cem yar û neyaran her cîh û diyaran weke kêla xwe me, ez qedexe me weke keda xwe me, ez qedexe me

Bêjebêje © 2015-2024