the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hekîm Sefqan

Tunebûn

Çavê min di rêka te de ma Ne tu hat Ne min rê dît Can ne min rê dît Navê te di dilê min de ma Ne min got Ne kesî dît Can ne kesî dît Min gelek şevên har di xew re birin Gelek rê westandin Ji bajarên xwêdandayî Ji nava dûmana şewata pismaman Bi baskên ji rengê mirinê difiriyan Ber bi welatê ji xwe bawer Ji nava tozê ber bi vê demsaliyê Ber bi mirovên weke berfa welatê xwe Di nava seqema reş a Sîbîryayê de Min tîpên navekî qedexe bi şewata xwe germ dikir Li deşta çiyayên Hîmalaya Min gotinên qedexe li ser masayên votkayê belav dikirin Vedixwarin û weke min xwe qedexe dikirin Diçûm û di dil de welatek Di çavan de xilmaşiya dilekî veşartî Li axa qedexe bibûm mêvan Bi mirovên qedexe re geriyam Ketim devê mirinê Min tirs bi awiran dişewitand Min her dever dît ji gundê xwe pê ve Min her jin dît ji dayika xwe pê ve Min ji her kurî hezkir ji xwe pê ve û niha xayinekî parse, xilmaş bi cil û solên qetiyayî li kolanan bi xwe re dipeyivim Çar dîwarê teng û sar û lal Li dor min dafê dane Li dor min dafê dane Can dafê dane Ji deryaya dost û yara Tenê ez û derdê xwe mane Tenê ez û derdê xwe mane Can tenê em mane

Bêjebêje © 2015-2024