the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemê Hecî

Çima Nayê

Serbilind î bi Agirî û Xelat Guliyên dirêj Dicle û Ferad Siwarên Azadiyê qor bi qor Çi xweş li gerdena te hat Çima nayê çima nayê Bûka delal çima nayê Xwezgîniyê te siwar bûne Tu xeyidiyî ji malê dernayê Bejna delal bihejîne Xwe bixemlîne, reş li te nayê Tu Zîn î Mem evîna te Xwîna Şehîdan xemla te Serfirazî tu weldînî Azadî be wê hemla te (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024