the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemê Hecî

Dîlbera Min

Sibezû ye dîlbera min çû ser kanîyê Şe kiribû porê şil berda ser enîyê(2) Dîlbera min ji xwe ra dikir gilî û gazincê Xazginî li mal rûniştin man li hêvîyê(2) Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça ciwan ji mêrê kûtî ra nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça rindik ji mêrê xirab ra nabe Sibezû ye dîlbera min ji xwe ra dimile Serê xwe şûştibû gulîyê wî şil e(2) Dane mêrê kûtî/xirab dilê wî bi kul e Dîlbera min digirî dergûş di mil e(2) Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça ciwan ji mêrê xirab ra nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça rindik ji mêrê kûtî ra nabe

Bêjebêje © 2015-2024