Hemê Hecî
Firar
Ne girtin û mirinê
Ne îşkence û lêdanê
Ne feleqe û ceryanê
Ne jî sê darê îdamê
Ez firarê çavên te me
Ez firarê bejna te me
Ez firarê navê te me
Ma tu nizanî, ma tu nizanî
Çend sînoran diborim
Her kemneyê da dimirim
Her dem li nav agirim
Jiyan tune ji bo min
(Dîsgotin)