the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemê Hecî

Keremê Elî

De lo jarê Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq re Îşev ji êvara Xwedê de li halê dilê min mêzeke Min dî Keremê Elî kekê Fadîmê li ber pencera mahpûsxana Ercîşa kavil sekinî, ji kêfa dilê xwe re simbilê sorê narincî hine dikir De apê Di ber re derbas dibû digo Keremo lo lawo ma derd û kulê dinyayê hindikbûn, ev çi derman bû te yê li ser dar û simbila xwe kir Digo apo mala te xirab be, birîna min kûr û xedar e derba bêxaya filîntê ye Kelekela germa Heyder Begê aşê keşîş kaniya binya mala lexwist bê faydekir. Min dît Dewrêş Begê, Şewketê Ali Îdrisê Cewher Efendî nava çarşiya Ercîşê meşmeş dikir. Li ber qişlê qawîşê eskeriyê sekinîn ji xwe re şevr û mişevre kir. Nav di cenderma de derxistin digo hûnê derbekê dest bedenê Kereme Elî kekê fadîmê bavê silhê Emê hîngav bizanibin me heyfeke ji Geliyê Zîlan ji çiqa hemûya peda vekin Ê birîndaro Weyla birînkûro, xayîn bi rebenbe, bê hey wax hey lo liminê Bê Na jarê Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq re. Îşev ji êvara Xwedê de li halê dilê min digiriya Ezê rabim xwe bidime mapusxana Ercîşa kavil nava qandar û katilan û girtiya Minê pirs dikir pirsa Keremê Elê kekê Fadîmê bavê Silhê qeytanê, qeytanê dorê dişewqiya Min dî xudanekî xêra rabû li ser darê pîya Digo xwenga minê xwe berde hewşa Îdrisê Cewher efendî nava cinazan û kuştiya Minê xwe berdabu hewşa Îdrese Cewher efendî nava cinazan û kuştiya Minê bi destê birîndarê mala bavê xwe girt kedera dile xwe yê kul ra, bejna zirav rakiriye ser darê piya Min rebenê bala dilê xwe dayê, niqutkek xwîna sore geveze di çatmê biriyada diniqutî li ser sûretê sori sosini na wele simbêla sore narincî na wele hinarê di riya Min rebenê bala dilê xwe dayê birîndarê mala bavê min pir û pir gelekin birîndarê nava ciya Ezê rabim melhemekî çêkim bi kîloya, bi derhema, bi kevçiya Ezê li ber serê birîndarê mala bavê xwebim Kedera dilê xwe yê ji kul ra. Îşev ji êvara xwedê da, xwe re bikime Bê heçî kesê navê bisilman be, Dîn û îman ji bonê hebe, heya dunya xweş û ava be, bîr nake kesîreta Geliyê Zîlan zar û zêrçê serê wan sungiyan Birîndaro Weyla birîn kûro, Xayîn bi rebenbe. be hey wax hey lo wax liminê

Bêjebêje © 2015-2024