the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemê Hecî

Nemînim

Dayê rebenê welatê me serhed’ê, ne tû war e Ji bextê egîdê mala bav êmin rebenê Ne payîz e, ne havîn e, ne bahar e Bala xwe bidinê rojên zivistanê gelek sar in Egîdê mala bavê min li sirgûnê ne Sêr bike, ji bo me ne tu cîye, ne war e, ne star e Dayê rebenê sibe ye, dilê min gulî bira xwedê Rabin ser da derbas bikin cotek karxezala Ez rûnim li Qerebilaxê, li mûfreza Taxilka Li ser têl û têlgrafê, linav heval û hogira Min dît hurmetek, di destda dergûşek, ji wê dihat Li çokê xwe dixist, digirîya Digo lo lo bira û digirîya Ber bi taşxana Bazîda şewitî va direvîya Mi go, xwengê çibû, çi qewimî, çi çirîya ? Go bira belkî agirê kulê têkeve mala Nidaî begê Saet şeşê şevê, li bal xwe derxist fermana serê Kurda Di taşxana Bazîdê da dibijêre egîd, efat û cindîya Li hewşa lawê Şewêş Efendî Cinyazê egîdê mala bav êmin gulî bira Xwedê Di xwînê da dixemilîne bi singûya Tu sêr bike, ve sibengê Koloza li ser destê min gulî bira xwedê, mane vala Kafirê romê, kom dike egîd û cindîya Pê ra, keç û bûkên Celalîya Wana didin ber singûya Yê mayîn sirgûn dikin Li Sînop û Zongildaxê, nav dîwalên ecnebîya Lo maqûlo dilê min zeman e Xaliqê Alemê were rehmê li girtîyê hepsan e Rêwîyê li ser çîyan e, nexwaş ê linav cîyan e Binya Bazîdê, li hewşa lawê şewêş efendî da Min dît xwîn avêtîye zengûyan e Agirê kulê bikeve mala Nidaî beg ê Saet şeşê şevêda derxist fermana serê Kurdan e Ji taşxana Bazîda şewitî, tu sêr bike Dibijêre egît, efat û cindîyan e Ji egîtên mala bavê min ra ferman e Ferman a me Kurdan e Min qijikê, min gulî birê, min nemayê Ez nimînim birawo Ez nemînim li dinyayê

Bêjebêje © 2015-2024