the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemê Hecî

Strana Keremê Elî

De lo jarê ....... Digo Dîdo de dayê halê dilê minê bi kulê bi kederê bi mereq ra Îşev ji êvara Xwedê da li halê dilê min mêzeke.... Mîn dî Keremê Elî kekê Fadîmê li ber pencera mahpûsxana Ercîşa kavil sekinî , ji kêfa dilê xwe ra simbêlê sorê narincî hine dikir De apê ........... Di ber ra derbas dibû digo ; Keremo lo lawo , ma derd û kulê dinyayê hindikbûn , ev çi derman bû te yê li ser dar û simbila xwe kir Digo ; apo mala te xirab be ,birîna min kûr û xedar e , derba bêxweya filîntê ye Kelekela germa Heyder Begê aşê keşîş kaniya binya mala lêxist bê faydekir Min dît Dewrêş Begê ,Şewketê Alî Îdrisê Cewher Efendî nava çarşiya Ercîşê da meşmeş dikir Li ber qişlê qawîşê eskeriyê sekinîn ji xwe ra şêvr û mişevrê kir Nav di cenderma da derxistin digo ; hûn ê derbekê dest bedenê Keremê Elî kekê Fadîmê bavê Silhê .... Emê hîngav bizanibin me heyfeke ji Geliyê Zîlan ji çiqa hemûya peda vekin Ê birîndaro ........ Weyla birînkûro , xayîn bi reben be bê heywax heylo li minê ....... Bê na jarê ............ Digo Dîdo de dayê halê dilê min ê bi kulê bi kederê bi mereq ra Îşev ji êvara Xwedê da li halê dilê min digiriya ..... Ezê rabim xwe bidime mapûsxana Ercîşa kavil nava qandar û katilan û girtiya Minê pirs dikir pirsa Keremê Elê kekê Fadîmê bavê Silhê qeytanê qeytanê dorê dişewqiya Min dî xudanekî xêra rabû li ser darê pîya .. Digo ; xwenga minê xwe berde hewşa Îdrisê Cewher efendî nava cinazan û kuştiya Minê xwe berdabû hewşa Îdresê Cewher efendî nava cînyazan û kuştiya Minê bi destê birîndarê mala bavê xwe girt ,kedera dilê xwe yê kul ra , bejna zirav rakiriye ser darê piya ....... Min rebenê bala dilê xwe dayê niqutkek xwîna sore -geveze di çatmê biriyada diniqutî li ser sûretê sorî -sosinî , na wele simbêla sorî -narincî , na wele hinarê di rûya Min rebenê bala dilê xwe dayê , birîndarê mala bavê min pirr û pirr gellekin birîndarê nava ciya Ezê rabim melhemekî çêkim bi kîloya , bi qirama , bi derhema , bi kevçiya Ezê li ber serê birîndarê mala bavê xwe rûnêm Kedera dilê xwe yê ji kul ra Îşev ji êvara Xwedê da xwe ra bikime gazinceya Bê heçî kesê navê bisilman be Dîn û îman ji bonê hebe , heya dunya xweş ava be , bîr nake kesîreta Geliyê Zîlan zar û zêrçê serê wan sungiyan Ê Birîndaro ........... heywax ..... Weyla birîn kûro , xayîn bi rebenbe be heywax .. heylo wax li minê ...... -

Bêjebêje © 2015-2024