the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemzoyê Ozman

Heso

Zerî Meyayê min ê hafê van xumama, minê hafê van xumama Toz û xubarê ye ho keça ê lê lê wez ê li dabo de lê, de lê, de lê, de lê zerî Meyayê Ez Heso me Hesoyê Silîvî me Serê serheda hatime, ez ê herime binê beriya jêrîn e Bûna zerî Meya qîza Zor Temir Paşayê Milî me Zerî Meya lokê devanî siyar e ketiye pêşiya qîzê Kîka û Mila Berê xwe daye zozana û heyran û heyran û cano Go Heso Zerî Meyayê go Heso qijiko, şivano, şivanê şûnvarano Meriv lingê te dinêre cote çarix çermê gano Meriv pişta te dinêre kodik û di hebano Meriv libasê bejna te dinêre tu mantûka li ber xalo Kerî çûne keriyê xwe bajo here keriyê te ji keriyê mano

Bêjebêje © 2015-2024