the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemzoyê Ozman

Qîza Melê

Qîza mele go feqî lawo, we tu gul î wez rihan im, tu sûk î wez dikan im Seqem ez ê hal hewalê feqiyê xwe nizanim Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo feqî lawo Feqî go qîza mele, go bihar e erdî lêj e Bejna mi ne kin e ne dirêj e Bînanî qor çîçekê beroja şewq davêje Heger tu pirsa hal û hewalê min ji min bikî Geliyê Qaqizmanê ji min ra divêjin Feqî Hesenê dengbêj e Here lê lê, here lê lê, here lê lê Qîza mele go feqî lawo, kaniya gundê me li vî kunc î Ser kaniya gundê me diçêre bire kewê pir narincî Xwezî mi bizanibûya ka tu xort î ya zewicî yî Were lo lo, were lo lo, were lo lo, feqî lawo Feqî go qîza mele, heker tu pirsa zewaca min ji mi dikî Îsal çend salê min e wez Geliyê Qaqizmanê zewicîme Şeş heb zarê min hene Here lê lê, here lê lê, here lê lê, here lê lê qîza mele Qîza mele go feqî lawo, bejna min dar e, dara biyê Hêşîn dike şêwa şewitî ser kaniyê ye Tu were mi xwe ra bive here Ez ê bûna xatirê te, çend saleka derbas bikim qal û bêgala vê hewiyê Were lo lo, were lo lo, were lo lo, were lo lo feqî lawo Feqî go qîza mele, ez bextê te Xwedême, min ba bavê te xitim kirine ilimê kincî, birincê narincî Were wez û tu wem ê destê hev bigirin herine gundê Sofî Hacî Tu bêje mi qardaş ez bêjime te bacî Here lê lê, here lê lê, here lê lê, here lê lê, qîza mele Qîza mele go feqî lawo, go bihar e, dinya ker e Dilê mi wisa dişewite bîna çaxê biharê mî dikale berxa xwe digere Heker tê mi bixwazî were mi bixwaze Heker tu mi naxwazî bicehme kaxiz û mishebê xwe hilde, gundê me here Here lê, here lo lo, here lo lo, here lo lo, feqî lawo

Bêjebêje © 2015-2024