the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hemzoyê Ozman

Were Lo Lo

Were lo lo were siyaro Siyaro heyran tu li vî çiyayî çi digerî Were lo lo were siyaro Ez nizanim bêjim te, tu aşiq î yanê wê ne beled î Were lo lo were lo lo Yanê tu ji kurapê pismamê xwe dilmayî Were lo lo were siyaro Rozêriyê wez siyara siyarê çiyê me Beleda beledê çiya deştê me Tu wexta ji qewm û kurapê pismamê xwe dilmayî wî wî, nemame Eva seva wan çevê biriyê te belek, bejna belek Wez ketime deşt û zozana wa digeriyame Were lê lê, were lê lê Siyaro go hewşa mala bavê mi gul û dar e Hewşa mala bavê mi delîlê gul û dar e Were lo lo, were siyaro Were hewşa mala bavê mi gul û dar e Were lo lo, were siyaro Dilê min te ra dilekî sar e Bîna cotê gulê birîndar e Were lo lo, were lo lo Were lo lo, were lo lo Were lo lo, were siyaro

Bêjebêje © 2015-2024