a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

100 Sal Kurd

Vê cugrafyayê ser rast kin Kurdi jî xwedî xewn û male Dilê Rojhilata Navîn Jêşa sînoran dinale Çima vê dinyayê, dîwar Bi serê bêhna mede anî Dexil û neslê me şewtî Tarumar bûn tirb û xanî Apê Saykis, apê Pîko Bûn mazuvanê nanê me Wan pezê poletîka xwe Berdane nav pawanê me Sed salin warê me bûye Serxet û bin xet û xatir Em ji trara xelkê re av Ji girara wan bûne agir Tevan em cenosayd kirin Kolunyalsit û begleran Xwestin navê me reş bikin Di nav dîwan û defteran Dinyaye baxê xudê ye Di koka xwede rengîne Kes nikare xera bike Rengek hebe û yek nemîne Şûna em gaznan bikin Şûna kes bêje mixabin Bila dawî li xûnê were Em wekhev û hem bira bin Para gişt teyran têdeye Ev asmanê şîn û mezin Kurdistana me jî hebe Li rêza welatan Kurd hebin Suzê bidin wijdana xwe Dostaniyê bikin sînor Azadî wê bi be welat Kevokên spî hildin jor Gotin: Emîn Botanî

Bêjebêje © 2015-2024