a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Av Û Av

Ey Av Û Av Ma tû bi 'işq û muhbetê Mewc Û Pêlan Davê Belav Bê Sekne û bê rahetê) Ji 'işqa Kê her tê û tê Heta Kengî Her bê û bê Bo min bêje heyranê kê Da ez bizanim qissetê Da ez bizanim vê sirrê ji hindekê heta pirrê ji me'neya vê gûr gûrê ji kêra dikî vê ta'etê. (Ey Av Û Av Ma tû bi 'işq û muhbetê Mewc Û Pêlan Davê Belav Bê Sekne û bê rahetê) Şevan û rojan bê Xewî ji muhbeta kê ditewî Şev tariyan qed nahewî to ji emrê kê hû bi lez ketê Ew reng dibê ava zelal borîn li min çend meh û sal qed kes nekir ev reng sûal heta geha vê sa'etê. (Ey Av Û Av Ma tû bi 'işq û muhbetê Mewc Û Pêlan Davê Belav Bê Sekne û bê rahetê) Kanî dizên co jê diçin hindî xodê da îns û cin qet kes nekir ev pirs ji min ne ji enbiyayê ûmmetê mûksî (Feqî) Dibê avê we bû pêxemberan 'aqil hebû qet hewceyê pirsa nebû wan dest giha bû sûhbetê. pirsa feqî bê cî nebû lewra di qûranê hebû 'erşê xodê li ser te bû Avê gelo bîra te tê avê cewab da bê sûxen eziman nebû bi hal gote min remzên di padşahê mezin sûbhan ji wê seltenetê. (Ey Av Û Av Ma tû bi 'işq û muhbetê Mewc Û Pêlan Davê Belav Bê Sekne û bê rahetê)

Bêjebêje © 2015-2024