a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Be Te Najim

Çawa cîhan bê roj tarî û taristane Çawa leş bê dil yê mirî û bê jiyane Çawa baxçe bê av û tav yê wêrane Wesa dilê min bê te yê bê semiyane Çawa dil bê xwîn yê bi deng û lêdane Çawa derya bê av bin ew ne deryane Çawa xewinêt mirûvê birsî her nane Wesa jîna min bê te derd û kûvane Çawa ciwaniya şevê ya heyv û sitêrane Çawa belatînk her serxûşa gulane Çawa bilbil bi mereq awaz û strane Wesa hizra te her dem li min mêhvane

Bêjebêje © 2015-2024