a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Beyta Laliş

Hatim Lalişê mendehoş Ev biheşta pirr nûr û xoş Li ber dergehê Şêx Adî Bûm derwêşekî xirqepoş Kaniya spî mora pakî ye Berat, tuberk û çakî ye Laliş rewşa welatê min Kevne warê vî xakî ye Beramber stûna miraza Min dest bilind kir daxwaza Welatê min riha bike Ji ejdehak û şerxwaza Zorî û sitem sal û zeman Derbasbûn heftê û du ferman Kes nekarî me winda ke Me parastin ol û ziman Parastin kelturê Kurdan Şêx Fexr û Dawidê Derman Xidir û Hesed û Pisê Cem Derwêş û Pîr Reşê Heyran

Bêjebêje © 2015-2024