Hesen Şerîf
Birîna avê
By: Rawan 20 BB · New Contributor
Ew baran bû dibarî
Yan jî ew rundikêt min bûn
Bi ser belgên dar û bara
Bi ser rukên bendewara dihatne xwarê
Li min jaru li te jarê
Ne baran bû
Ne baran bû ew lehî bû
Tofana dilêt mehî bû
Volkana xemêt dijwar bû
Helyana hîvîyêt har bû
Ne baran bû
ew hewar bû
Ew zêmar bû
Ne baran bû ew hewar bû
Tavîyên xemeka bi rijyar bû
Ne baran bû Tavîyên xemeka bi rêjar bû
Ne baran bû
Ew êşa pêvedana maran bû
Ne baran bû ew hêsir bû
Rubar bû pêlên min birbû
Ewrên evîna vajî bû
Jiber pêta cefayê mir bû
Ewa di barî
ji agir u ava wêvetir bû
Ewa di barî ne baran bû
Xunava kevirêt yara bû
Ewa dibarî Xunava kevirêt yara bû