a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Diçim

Diçim ji vê derê Hinek ji keziyê te Hinek ji xweziyê te Hinek ji dûriya xwe Û hinek ji giriyê te bi xwe re dibim û diçim Belkî ezê carek din dengê te nebihîzim Wê helbestek me jî tune be Wê xeyalek me jî tune be Ne serê min li ser kaba te Û ne destê te li nav pora min Ezê hinek nerînê te bi xwe re bibim û biçim Dibe ku carekê bêm bîra te Li ser kevirekî rûnê Dora xwe xêz bike Gulîkê xwe bihûne Lêva xwe gez bike Û negrî quban Ku vegera min tune be jî ezê biçim Ezê carekê destê te Carekê hestê te Carekê riya te Û her carê siya xwe, maç bikim û biçim

Bêjebêje © 2015-2024