a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Dîlber

Çav nêrgîz e dem esmer e Xanim ducara dîlber e Carek dilê min biriye Carek jî dilê wê bere Brûsk im agir û gur im Li ser pêlên ba difirim Bo dîdara çavên te yar Her şev deryayan dibirim Tu axirîn vîna minî Kurtirin birîna minî Tu hebûnî tu nebûnî Tu hêvênê jîna minî Gotin: Edib Çelkî

Bêjebêje © 2015-2024