a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Gula Min

Ho xabirê rîya dirêj Bi çerx û dewran Çerx û dewran Çerx û dewran Te li ku hêla Li ku şîn bûye Gula ciwan Yara ciwan Gula ciwan Ho rûbarê zelal Ji nav çîya tê ye xwar Bibe hêvî, bibe mizgîn Bo dilên birîndar Bibe hêvî bibe mizgîn Bo dilên birîndar Dengên sîpelên te xweşin Dilê hejar Dilê hejar Dilê hejar Bo min bêje li ku maye Yara nazdar Yara nazdar Yara nazdar Hay lo çemo ser bi jêro Ava te jîn Ava te şîn Ava te şîn Te li ku hêla Te wunda kir Ew gule xwîn Yara şêrîn Ew gule xwîn (Dîsgotin) Lê lê, lê, lê, lê Ax de lo, lo, lo

Bêjebêje © 2015-2024