Skip to main content
a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Îsê dela

By: Ramin Ergoshi 332 BB · Regular Contributor

Şaristanî li Amêdîyê Sultan Husên bingeh danan Ava kirin minare û burc, xandingeh û pir û eywan Xemilandin Akrê û Zaxo, di gel Duhoka Dasinyan Hemîdî bi şi'rên kurdî, Îsê Dela pend û îrfan *** Îsê Dela, baxçê gula Mêvanê nav hemû dila Behdînan dîrok dêrînê Mîrgeh li 13 ê zayînê Amêdyê warê Mîdîyan Quba zankoya zanînê Erizê û Bamernê û Çelkî Sê kelhên Metînî û Lînkî Parêzvanên paytextî bûn Herdu Sipne ta Sersinkî Îsê Dela, baxçê gula Mêvanê nav hemû dila Wezîrê mîrê Behdînan Taca serê tev aqila *** Hostayê aş û pira bû Bo mîr Behram wek bira bû Ji Delava jêrya Gêrgaş Li mala şêxê çira bû Sê cih Îsê spartin mîrî Bûn hêzek xurta leşkirî Deştazê ye û Berêgarê Nihêlê kanya hunerî *** Ji xew rabû li Swîlavê Dît xencera li hindavê Mîr got çi bû, got mîrim çû Îsê bar kir her wê gavê Îsê dûr keft xwe cuda kir Li dor Zaxo xwe winda kir Mîr bi jîrî li pey gerya Gîskê Îsê Îs peyda kir Li serê dîwana mîrî Hebû bagurdanek zêrrî Mîrî got ma tiştek heye Çêtirbît ji vî gewherî Îsê got: Tavyek Baranê Li nav Nîsanê û Gulanê Ji wî gewherî çêtir e Bihêt li deşta Dubanê Bibarît li Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2026