a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Kanîya Evînê

Ger piştî te ez nemirim Tibla gustîrkê dê birrim Da carek dî l'vê cîhanê Eşqa kesê nehelgirim Şengebiyê porr zêrrînê Lêvên te kaniya evînê Kengî dê b'mista helînîn Wê şerabê meya jînê ? Payîz hat û solîn weryan Dilê me l'kovana çeryan Ji germa eşqa min û te Erd û esman bo me giryan Ev eşqa hinde kevnare Rê naçînê, nîne çare Hindî d'bûrin sal û zeman Herdem ya xurt û siyare

Bêjebêje © 2015-2024