a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Mizgîn Ey Şehîd

mizgîn, ey şehîd roja me helat bere xwîna te azadî xelat dagirker nema şadî bo me hat ken û bişkuvîn dagirtî welat rabe ji xewê çavê xwe veke ji nava gorê serê xwe rake cîhan bihar e, li dor xwe mêze'ke mizgîn me anî, xwe xembar neke ev çepera te baxçê gulan e li dor gora te şahî û dîlan e qîz û xortan te li hev civiyane alaya rengîn bilind hildane me her li bîr e, şer û cenga te mûzîk û stranên tivinga te dijmin xwe negirt li ber singa te xayîn direvin ji ber dengê te

Bêjebêje © 2015-2024