a photo of Hesen Şerîf

Hesen Şerîf

Narîna Dila

Ger tu nebî li roja min Dil agir baran dibim Ku ne bihîzim pêjna te Dil xemgîn û jar dibim Bê te narîna dila Jîna min bê hoyde ye Sebir û dunya min tu yî Emrê min gorî te ye Gava têy dil mest dibim Pirr awaz û hest dibim Ji behna evîna te Jîr û gulperest dibim Barî xunav ji esman Ser tak û guliyên daran Her çûyn û em wunda bûyn Ketîn nav derya xewnan

Bêjebêje © 2015-2024