Hesen Şerîf
Poşmanî
Min tu husa nasnekirî
Roja ku te dil dînkirî
Min gotibu buhara minî
Dê dergehê xema girî
Di aşqa te da, bume derwêş
Min barkire, tev kul û êş
Te bilazî dil ji min bir
Ma qey ji min dixwazî hêş
Te bilazî dil ji min bir
Ma qey ji min dixwazî hêş
Bi dilê sava, şêrîn şehê
Sihir li mi kir sal û mehê
Ez bilbilekî kêvî bûm
Çawa zû xistim rûkehê
Wek bîbilka herdu cava
Kar xezala mi nav sava
Bi bîn û naz, mim xwedî kir
Wê agir berda hinava
Bi bîn û naz, mim xwedî kir
Wê agir berda hinava
Te got bi xatra, te bi êk carî
Êdî ne dostî ne yarî
Lê ka bipirse ji dilê xo
Ka çi agir lê dibarî
Her bike girî, tu poşmanê
Rondik bên xwar, wek baranê
Soz û evîna min day te
Nabîn ye we li jîyanê
Soz û evîna min day te
Nabîn ye we li jîyanê